Li ser sînor çeteyên Tirkiyê destdirêjî li 2 jinan kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li herêmên dagirkirî destdirêjî li 2 jinan kir.
Li gel van binpêkirinan, guhertina demografiya Efrînê didomîne û malên navçeya Şiyê desteser dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li herêmên dagir kirine, jiyana xelkê kiriye dojeh..

Leşkerên Tirk li ser sînorê Tirkiyê yê nêzî Serê Kaniyê û Girê Spî destdirêjî li 2 jinên ji Hemayê kir..

Van herdu jinan hewl didan sînor derbas bikin da biçin Tirkiyê.

Çeteyên Tirkiyê jî, ji bo tewanê li ser leşkerên Tirk rakin, kesê qaçaxçî tewanbar kirin..

Çeteyan destdirêjî li zarokek 12 salî kir

Li bajarê Izazê yê dagirkirî rewş ji herêmên din ne cûda ye..

Li wir jî destdirêjî li jinan tên kirin û rewş metirsîdar e. Di 48 seatên dawî de, 4 sûcên destdirêjî û kuştinê pêk hatin.

Çeteyên Tirkiyê, destdirêjî li zorkek keç ya 12 salî li bajarokê Exterîn ê Izazê kir.

Li bajarokê Şimarîn ê heman deverê jî, ciwanê bi navê Omar El-Şemirî ji aliyê çeteyan de hat kuştin..

Çete li navçeya Şiyê malên şêniyan desteser dikin

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de dewleta Tirk planên xwe didomîne.

Malpera Afrîn Post ragihand ku çeteyan li navçeya Şiyê malên xelkê deverê desteserkirin, da malbatên xwe li şûna wan bi cih bikin..

Çeteyan ji malbatên ku jimara wan kême û temen mezinin xwest ji malê xwe derkevin..

Back to top button