Hêzên hikumeta Şamê û çeteyan li Idlib û Hemayê êrîşî hev kirin

Li başûrê Idlib û Hemayê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk êrîşî hev kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro hêzên hikumetê
gundewarên başûrê Idlibê û Xirbet El-Naqûs li Sehil El-Xab yê bakur-rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Her wiha çeteyan nuqteyên hêzên hikumetê li deverên El-Dane û Hentotîn li başûrê Idlibê bi mûşekan kirin armanc.

Li gorî çavdêriyê, di encama êrîşê de 10 leşkerên hêzên Îranê hatine kuştin.

Ajansa Sana ya Hikumeta Şamê jî diyar kir ku di encama êrîşê de 2 leşkerên wan hatine kuştin 7 jî birîndar bûne.

Back to top button