Gerîlayên HPG Û YJA Starê li Heftenîn û Cûdî çalakî pêk anîn

Gerîlayên HPG û YJA Starê li bakur û başûrê kurdistanê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anîn. Gerîlayan li herêma Heftenîn û Cûdî çalakiyên bibandor pêk anîn. Di çalakiyan de herî kêm leşkerek hate kuştin û kuzikên dagirkeran ji hatin ruxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li herêmên Heftenîn û Cûdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir:

29’ê Tebaxê artêşa Tirk li devera Navsera Cûdî û Deriyê Warê yê dikeve herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

Di çarçoveya Pêngava Şorşeşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de, 30’ê Tebaxê gerîlayan li dijî yekînên dagirkeriyê çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiya ji nêz ve li dagirkeriyê hate xistin de, li ser jimara kuştî û birîndarên dagirkeriyê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Artêşa dagirker di saetên şevê de, kuştî û birîndarên xwe bi rêya helîkoptera ji herêmê birin.

31’ê Tebaxê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî leşkerên artêşa Tirk’ê yên li Girê Katosulê çalakiyek sekavaniyê pêk anîn û leşkerek hate kuştin.

Dîsa heman rojê çeperek dagirkeran a li heman girî hatine hedefkirin.

Di vê çalakiyê de ku xurtî li çeperê hate xistin, çepera dagirkeran bi temamî hatiye rûxandin.

Di vê çalakiyê de jimara leşkerên hatine kuştin û birîndar bûne nehatin zelalkirin.

Heman rojê artêşa Tirk bi obus û hewanan devera Dola Reşmê û Şehîd Delîla yên herêma Zapê bombe kir.

Şewata ji ber bomberdûmanê derketî hê jî dewam e.

Back to top button