Komîteya Azadî ji bo Ocalan: Bê azadiya Ocalan bila kes li benda aştiyê nebe

Komîteya Azadî ji bo Rêber Ocalan a Başûrê Kurdistanê, Nivîskarên Başûrê Kurdistanê û Meclisa Îştar a Mexmurê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî weşandin.

Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe, mîmarê rastîn yê aşîtiyê Ocalan e, wê bi fikrê ocalan aşîtî li rojhilata navîn pêk were.

Komîteya Azadî ji bo Rêber Ocalan a Başûrê Kurdistanê bi boneya 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê daxuyaniyek weşand.

Komîtyê ev roj li Rêber Ocalan pîroz kir û got:

“Rêber Ocalan beriya ku dîl were girtin û piştre jî, hertim ji bo aştî û jiyana hevbeş ya gelan xebat meşand.

Ji bo vê jî projeya çareserî û konfederasyona demokratîk a gelan pêşkêş kir.

Lê herdem aqilê dagirker bi şer û komkujiyan bersiva aştiyê ya birêz Ocalan da.

Niha jî rewşek şer li Tirkiye û hemû Rojhilata Navîn heye, Rêber Ocalan dikare rola kilîta çareserî û anîna aştî û aramiyê bilîze.”

Komîteyê di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku bila kes bêyî azadiya Rêber Ocalan li benda aştî, azadî, demokrasî û jiyana hevbeş ya gelan nebe.

Nivîskar Hawjîn Mela Emîn: Projeya rast a aştiyê ya Ocalan e

Bi boneya 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê, nivîskar û çavdêrê siyasî Hawjîn Mela Emîn jî diyar kir ku Rêber Ocalan herdem banga aşîtiyê kiriye û ji bo aşîtiyê projeya Konfederalîzma Demokratîk pêşxistiye.

Nivîskar Hawjîn Mela Emîn diyar kir ku projeya rast a aştiyê ya Rêber Ocalan e.

Meclisa Îştar a Mexmûrê: Tenê fikir û ramanê Ocalan dikare aştiyê bîne

Meclîsa Îştar a Mexmûrê jî bi boneya heman rojê daxuyaniyek da.

Meclisa Îstar di daxuyaniya xwe de balkişand tecrîda li ser Rêber Ocalan û diyar kir ku niha li Tirkiyê û Kurdistanê şerekî dijwar diqewime û got:

“Ji bo aştî pêkwere pêwiste pirsgirêkên ku dibin sedema şer û pevçûnan ji holê rabin.

Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê aştî û aramî çênebe.

Ji bo ku aştî pêkwere divê deriyê Îmraliyê vebe, ji ber ku Rêber Apo mîmarê rast yê aştiyê ye. Divê tecrîda li ser Rêbe Apo were rakirin.”

Back to top button