Tevgera Azadî ji Xaça Sor xwest ku birîndarên Kunemasî bişînin derve

Di 25’ê hezîranê Tirkiyê Seyrangeha Kunemasî ya girêdayî Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir û 8 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Jinan ya Tevgera Azadî hewl dide bi rêya rêxistina Xaça Sor ya Navnetewî re, birîndarên êrîşa gundê Kunemasî, ji bo dermankirinê bişînin ji derve.

Di vê çarçoveyê de, Tevgera Azadî li Silêmaniyê serdana nûnertiya Xaça Sor ya Navnetewî kir û bi armanca dermankirina birîndarên êrîşa Kunemasî daxwaznameyek radestî wan kir.

Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên got, wêne û rewşa birîndarê Kunemasî bi belge radestî rêxistina Xaça Sor ya nanvetewî kirin.

Daxwaz jî hat kirin ku ji bo dermankirina birîndaran bişînin ji derveyî welat.

Nûnerên Xaça Sor jî êrîşên Tirkiyê weke sûcekê bi nav kir û diyar kir ku ew ê hewl bidin ji bo birîndaran tiştên pêwîst bikin.

Her wiha Tara Hisên bang li aliyên Kurdî kir ku li dijî êrîşên dagirkeiryê yekgirtina xwe ava bikin.

Back to top button