Tirkiye: Ji diyalogên bi Yûnanistanê re em amade ne

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê derbarê nakokiyên li deryaya Spî li gel Yûnanistanê de axivî û got ku ji diyalogan re amade ne.

Mevlut Çavuşoğlu îro ragihand ku ji bo çareserkirina nakokiyên girêdayî maf û dahateyên ji deryaya Spî bi Yûnanistanê re, ew ji danûstandinê re vekirî ne û wiha got:

Eger Yûnanistan ji diyalogan re amade ye, em jî amade ne.

Her wiha wezîrê karên derve yê Tirkiyê di konferanseke çapemeniyê de got, Yûnanistan bi rêya girtina helwestên dijminahî, me sor dike.

Girêdayî wê berpirsekî Yûnanistanê ji Reutersê re ragihand ku hemwextî zêdebûna tansiyonê di navbera wan û Tirkiyê de, ew danûstandina kirîna çekan ji Fransa û welatên din dikin.

Wezîrê darayî jî da zanîn ku ew ê budceyekê ji bo kirîna çekan û navgînên şer ji bo parastinê veqetînin

Di vê derbarê de dezgehên çapemeniyê yên Yûnanistanê roja Duşemê ragihandin ku Atîna wê 18 balafirên ji cureya Rafal ji Fransa bikirin.

Back to top button