Hikûmeta Awisturyayê derbarê çalakiyên Tirkiyê yên istixbaratî li welêt fikarên xwe anî ziman û got divê destdirêjiya li welatên Ewropayê raweste.
Wezîrê Karên Hundir yê Awisturyayê, Carl Nehmer, derbarê destwerdana Tirkiyê li welêt berteka xwe nîşan da.
Carl Nehmer fikarên xwe anî ziman û got ew hewildanên Tirkiyê ya bandorkirina ser prensîbên sereke yên welêt red dikin.
Nehmer diyar kir ku divê hemû dewtwerdanên dewleta tirkiyê di kar û barên Ewropayê de were rawestandin.
Beriya niha jî Wezîrê Karên Derve daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kiribû ku têkiliya xwe bi Tirkiyê re careke din ber çavan derbas bike.