Şehîd Diyar û Çiya bi merasîmekê hatin oxirkirin

Îro bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Mihemed (Diyar Efrîn) û Mihemed Mehmûd (Çiya Efrîn) yên ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn bi merasîmekê oxir kirin.

Di merasîmê de şehadeta gerîlaya YJA –Star Sorxîn Amed a ku di berxwedana Heftenînê de şehîd bibû hate ragihandin.

Şêniyan piştî wergirtina cenazeyê şehîdên YPG’ê Diyar Efrîn û Çiya Efrîn ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê berê xwe dan goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kantona Efrînê û Yekitiya Jinên Azad axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya têkoşer Jolyana Xelo (Sorxwîn Amed) ya ku berxwedana Heftenînê şehîd bibû, ragihand û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîdên YPG’ê Diyar û Çiya di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

Back to top button