Li Dêra Zorê çeteyên DAIŞ’ê li nava kolan digeriya û siloganên xwe berz dikir

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Dêra Zorê xwe bi tevger dike û di nava hewldanên tevliheviya de ye.
Li kolanên bajêr, çeteyan siloganên xwe berz dikirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh çeteyên DAIŞ’ê li ser motorsiiklêtan li kolanên Bisêra digeriyên û siloganên “dewleta Islamî maye” qîr dikirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku van çeteyan dikanek Ergîlê li taxa Cûriyê ya Bisêra rûxandin, paşê reviyan.

Şaneyên DAIŞ’ê li herêmê hewl didin ji nû xwe zindî bikin û gelek caran jî êrîşan pêk tînin.

Lê li dijî van hewl danên wan, şervanên QSD’ê operesyonan pêk tînin, û het niha gelek ji wan girtine..D

Back to top button