Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrî tevlîbûna xwe ya ji pêngava ‘Em ê bi teqez bi ser bikevin’ re ragihand

Ciwanên PYD’ê yên Qamişlo bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ji pêngava “Em ê bi teqez bi serkevin” ragihandin.

Bi dehan ciwanên PYD’ê yên Qamişlo bal kişandin ser berxwedana Heftenînê û gotin:

“Ev berxwedan ji bo parastina nirx û rûmeta gelê Kurd û hemû gelên herêmê ye.

Ji vî bingehê û bi rihê berxwedana Heftenînê û ji bo tohildanê ji her kêliyek li Îmraliyê, em ê teqez bi serkevin.”

Ciwanên PYD’ê bang li tevahî ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Êzidî kirin ku her derê bikin qada berxwedan û serfeberiyê.

Her wiha ciwanên Hesekê, Til Temir, Heleb û Koban bi daxuyaniyên cuda tevlêbûna xwe ji pêngavê re ragihand.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo mezinikirina asta li hember êrîşên dewleta Tirk 15’ê Tebaxê pêngava “teqez em ê bi ser bikevin” ragihandibû.

Back to top button