20 rewşên nû û mirina 2 kesên din hatin tomarkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketina 20 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat tomarkirin.

Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 19 rewşên din ên Coronayê hatin ragihandin.

Ew jî:

5 li Qamişlo,

5 li Hesekê,

3 li Tirbespiyê,

3 li Reqa,

2 li Dêrikê,

Yek li Kobanê,

Yek li Tebqa.

DR. Ciwan eşkere kir ku 2 kesên ji bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da, û 17 kesên din jî, ji vîrûsê rehet bûn.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan dibe 595 kes, 127 ji wan baş bûne û 40 jî jiyana xw ji dest daye.

Back to top button