Li rojavayê Lîbyayê çend teqîn pêk hatin

Duh li rojavayê Lîbyayê çend teqîn pêk hatin, gelê Lîbyayê dewleta Tirk û hikuemta Wîfaqê ya Ixwanî tawanbar dikin, ji ber ku wan jimareke mezin a çeteyan anîne welêt. Ji bo çaraseriya aloziya Lîbyayê jî, wezîrê derve yê Misirê bi şandera NY bo Lîbyayê re, rêyên çareseriyê nîqaş kirin.

Çavkanîne leşkerî yên Lîbî ragihand, ku çend teqînên xwekujî li rojavayê Lîbyayê pêk hatin.

Çavkaniyan eşkere kir ku çeteyekî Sûrî ku li ser motorsiklêtekî bû, li rêbendeke milîsan a li Bewabet El-Xîran xwe teqand.

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku li ber dergehê baregeha Yermûk a li başûr rojhilatê Lîbya jî, erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Di heman demê de jî, erebeyeke bombebarkirî li bajarê Ziwara, li rex baregeha Difa’îya hat teqandin.

Pisporê siyasî yê Lîbî Mihemed Qeşût diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê berpirsyarên van teqînan in, ji ber ku wan bêhtirî 15 hezar çeteyên Sûrî anîne Lîbyayê.

Qeşût teqez kir ku piştî van teqînan, ti welatekî cîhanê nema balyozxaneya xwe li Lîbyayê vedike.

Şukrî û Williams, aloziya li Lîbyayê nîqaş kirin

Li aliyekî din, berdevkê wezareta derve ya Misirê ragihand ku, wezîrê derve Samih Şukrî, aloziya Lîbya bi şandera NY bo Lîbyayê Stephani Williams re nîqaş kir.

Şukrî da zanîn ku Qahîra, destekê dide her gavekê ji bo çareserî û rawestandina şer û diyar kir ku hebûna Misir li Lîbya, ji bo destekdayîna çareseriya siyasî û parastina yekîtiya xaka Lîbyayê ye.

Williams diyar kir divê pêvajoya siyasî destpêbibe û rêz li mafên xwepêşandanan were girtin.

Back to top button