Li Girê Spî, girekî şûnwarî yê bi navê Selhan rûxandin

Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî girekî şûnwarî yê serdema Bronza kevin rûxand.

Artêşa Tirk bi beldozeran girê Selhlan ê nêzî gundê Xerbet El-Riz li Girê Spî rûxandin.

Girê Sehlan yek ji girên dîrokî yên Girê Spî ye, dîroka wê vedigere zêdeyî 2 hezar sal beriya zayînê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji destpêa dagirkeriya wê li ser xaka Sûriyê gelek girên şûnwarî rûxandine û wêran kirine.

Heta bi deverên sembolî weke persetgehên Êzîdiyan û goristanên şehîdan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî rûxandine.

Back to top button