Parlemena Tûnisê baweriyê dide hikumeta nû

Îro çarşemê, Parlemena Tûnisê bawerî da hikumeta nû ya bi serokatiya Hîşam El-Mişêşî.

Civîna Parlemenê şeva borî dest pê kir û 11 saetan dirêj kir.

Ji nava 191 dengên Parlemenê, hikumeta Mişêşî 134 deng bi dest xistin, 67 parlementeran jî li dijî vê hikumetê deng da.

Mişêşî berya niha ragihandibû ku, piştî 10 salan ji xistina diktatoriya Bin Elî, em dibînin ku gelê Tûnisê, ji bo pêdiviyên sereke yên jiyanê, êşê dikişîne.

Tê zanîn ku Mişêşî, li Şûna Ilyas El-Fexfax, ji aliyê serokê Tûnisê Qeys bin Si’eyid ve, hat erkdarkirin.

Back to top button