Kongra Star a Helebê konferasa xwe ya sêyêmîn li dar xist

Bi diruşmeya “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayê em ê dagirkeriyê bi dawî bikin û şoreşa jin mîsoger bikin”, Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, duh konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist.

Konfernas bi beşdarbûna bi dehan jinan li hola Efrîn a herêma Şiqeyêf a Şêxmeqsûd hat lidarxistin.

Endama rêveber a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Muna Yûsif axivî û berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd û girêdana wan bi xaka wan pîroz kir.

Muna Yûsif êrîşên dewleta Tirk a li dijî jinan şermezar kir û got “bi rihê şehîdan
û bi rihê jina azad, soz didin ku em ê xeta wan bişopînin ta ku armancên wan bighînin serî.”

Endama rêveber a Kongreya Star Hêvîn Silêman nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Piştre rapora salane ya Kongreya Star hate xwendin.

Di dawiya konferansê de, Nehla Mistefa, Emîna Xidro, Feraşîn Mihemed, Zeyneb Îbo wekî endamên Koordînasyona Kongreya Star a Helebê hatin hilbijartin.

Back to top button