Çeteyan ciwanek ji gundê Hêkiçê yê Şiyê revand

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ciwanê bi bi navê Cemîl Miho ji gundê Hêkiçê yê Şiyê revand.

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Qaziqlî Cemîl Miho yê 23 salî ji gundê Hêkiçê yê Şiyê revand.

Malperê eşkere kir ku Qaziqlî bi tewanên nerast hatiye revandin û birine cihekî ne diyar û çarenûsa wî jî nayê zanîn.

Her wiha malperê da zanîn jî çeteyan piştî ku hezar LT fidiyê birin, tevahî şêniyên gundê Hêkiçê ku di 15 – 19’ê Tebaxê de revandibûn berdan.

Ji bo zewaca bi darê zorê çeteyekî gefa kuştinê li malbatekê xwar

Li Efrînê ku dewleta Tirk û çeteyên xwe dagirkirine rojane hovîtî û sûcên wan zêde dibin.

Li Efrîna dagirkirî rewşên revandina sivîlan û destdirêjî li ser jinan û zewaca bi darê zorê zêde bûye.

Malpera Arinpost ragihand ku çeteyekî gefa kuştinê li Malbata Xelîl Cefer xwariye ji bo ku bi keça wan re bizewic e.

Malperê da zanîn ku çeteyê bi navê Raid Umro beriya ku tevlî koma Ehrar El-Şerqiyê bibe û bi dewleta Tirk re Efrîn dagir bikin, li Dêra Zorê çeteyekî DAIŞ’ê bû.

Li gorî çavkaniyan jî, ji ber gefa çeteyan, malbatên Efrînî keçên xwe bi temenê biçûk bi xizmên xwere dizewicînin.

Li gorî raporên ku têne eşkere kirin li Efrînê piştî dagirkeriya dewleta Tirk rêjeya zewaca keçên temen biçûk zêdetirî ji sedî 40, zêde bûye.

Beriya bi demekê jî, li gundê Celmê ya Cindirêsê çeteyekî Keça bi navê Hêvîn Morî ya 17 salî revand û bi darê zorê pê re zewicî.

Çeteyan darên daristana gundê Sînka birîn

Malpera Çalakvanên Efrînê jî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk darên daristana gundê Sînka yê Şerayê birîn.

Back to top button