Ciwanên Başûr li bajarê Silêmaniyê meşek lidarxist

Bi dirûşma “Em dibêjin NA’ ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” Ciwanên Başûr bi pêşengtiya jinên Ciwan ên Têkoşer, li Kolana Salim a bajarê Silêmaniyê meşek li dar xist.

Duh di saetên şevê de , li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna jin, rewşenbîr, hûnermend û gelek welatiyan meş hat lidarxistin.

Di meşê de, li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer Şatû Mihemed axivî û diyar kir ku armanca wan a esasî ji vê pêngavê ew e ku her kes li dijî tecrîda li ser Ocalan bibe xwedî helwestên cidî.

Endamê Komîteya ‘Ji Ocalan re Azadî’ Şoreş Kerkûkî daxuyaniyek xwend û tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û berxwedana gerîla ya li Heftanînê pîroz kir.

Şoreş Kerkûkî di dawiyê de, banga aştiyê û azadiyê li Rojhilata Navîn kir.

Back to top button