Li başûrê Idlibê jimarek leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Li başûrê Idlibê di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk de jimarek leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên Tirkiyê bi mûşekan deverên hêzên hikumetê li Sehil El-Xab û li gundê El-Behsa yê Hemayê topbaran kir û di encamê de jimarek leşkerên hikumetê birîndar bûn.

Çavdêriya diyar kir ju di heman demê de, jî hêzên hikumetê gundên Kensefere û derdora wê li Cebel El-Zawiyê kirin armanc.

Dewleta Tirk 25 maşîneyên din derbasî Idlibê kir

Li aliyê din jî, Çavdêriya Sûrî da zanîn ku dewleta Tirk 25 maşîneyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk , di deriyê Kefer Losîn re, derbasî Idlibê kirin..

Bi derbaskirina vî karwanê re, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan û heya niha, jimara giştî ya maşîneyên dewleta Tirk ku derbasî Sûriyê bûne, bû 9 hezar û 585 maşîne.

Back to top button