Ji ber tevgera dewleta Tirk aloziya li derya Spî kûrtir dibe

Agirê ku dewleta tirk li Derya Spî û Qibrisê pê xistî û gur kirî niha wê bi xwe dişewitîne. Dewleta tirk ku xwe weke xwediya Qibrisa Bakur dibîne, li ser navê wê dest bi lêgerîna gaza xwezayî ya li rojhilatê Derya Spî kir û guhê xwe ji hemû hişyariyan re girt.

Li dijî vê yekê, DYA ji bo Qibrisa Rom ambarguya çekan ku ferzkiribû radike. Li dijî vê yekê Tirkiye bertek nîşan da û got, ew jî wê li hemberî vê yekê tiştê pêwist bikin.

Aloziya ku dewleta Tirk li derya Spî dayî avakirin, her ku diçe kurtir dibe.

Ji ber aloziya heyî êdî dengeyên li herêmê ji nûve têne sererastkirin.

Yek ji van jî rakirina ambargoya çekan a ku DYA li ser Qibrisa Rom daniyî ye.

Beriya niha 1987’an DYA li ser Komara Qibrisê ambargoya çekan danîbû.

DYA biryara rakirina ambargoya çekan a li ser komara Qibrisê da

Piştî vê biryarê bi 33 salan DYA dibêje, wê ambargoyê rake û bi ji bo parastinê bi komarê re dinava danustandinan de be.

Wezîrê karê Derve yê DYA Mike Pompeo ev yek doh li ser hesabê xwe yê twitterê bi raya giştî re parve kir.

Pompeo di peyama xwe de got, Komara Qibrisê li rojhilatê derya Spî xala me ya kilîdê ye.

Berdevka wezareta derve ya DYA Morgan Ortagus di daxuyaniya nivîskî ya ku weşan de ragihand ku Pompeo li ser mijarê bi serokomarê Qibrisê Nikos Anastasiades re axiviye û li ser mijarê agahdar kiriye.

Faşîzma AKP’ê tişta ku jê ditirsiya li Qibrisê biserê wê tê

Hîna demek li ser peyama Pompeo re derbas nebûyî, ji tirkiyê helwestên dijberiyê derket.

Alîkarê serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay, daxuyaniya Amarîka rexne kir.

Oktay diyar kir ku ew naxwazin şaştiyên Ewropa li giravan kirî, DYA jî dubare bike.

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk jî got, ewê li dijî vê yekê rawestin û rênedin ku tiştek wisan jî pêk were.

Ya diyar ewe ku Serokê AKP’ê Erdoganê ku xwest li derya Spî rolê qebedayî bileyze, çeketê wî jê ketiye û bi metirsiya rewşa li herêmê derxistî re rû bi rû maye.

Back to top button