Dest bi sererastkirina rêya Amûdê-Hesekê hat kirin

Desteya Rêveber a Şaredarî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê dest bi sererastkirina rêya di navbera navçeya Amûdê û bajarê Hesekê de kir.

Dirêjahiya rê 70 kîlo metre ye, cihê ku were sererastkirin tenê 34 kîlo metre ye.

Deste wê ji çerxerêya rojavayê Amûdê dest bi sererastkirinê bike.

Endazyar û endama nivîsgeha pîşeyî ya Desteya Rêveber a Şaredarî û Jîngehê Nêvîn Seîd axivî û got,

Em niha zifta kevin ji ser rê radikin piştî wê em ê rê paqij bikin û xîz li ser rê belav bikin, paşê wê rê were zifitkirin.

Nêvîn Seîd anî ziman ku ew li hêviya cureya baş ji madeya bîtomîn bûn ji ber wê rê zû nehat sererastkirin.

Li gorî Nêvîn Seîd di 3 mehan de wê proje bi dawî bibe.

Back to top button