
Navbera rejîma Sûrî û Îranê peymaneke aborî ya demdirêj hat mohrkirin.
Piştî 8 salan ji şer û aloziyê, Sûriyê vediguhere bazara dewletên cîran.
Têkiliyên rejîma Sûrî û Îranê ji dema serokatiya Hafiz Esad ve, têkiliyên xurt in.
Sala 2011’an bi destpêka şerê li Sûriyê, Îran bi awayekî rasterast û li ser daxwaza Şamê ket nava vî şerî.
Ne tenê leşkerî, hebûna Îranê li Sûriyê hebûneke Îdeolojîk e.
Duh navbera Îran û rejîma Sûriyê peymanên aborî yên demdirêj û stratejîk hat mohkirin.
Peyman li ser hevbeşiya kar a di gelek qadên aborî de yên wekî petrol, enerjiya elektrîk, çandinî û bankan pêk hat.
Cîgirê yekemîn a Serokê Îranê Îshaq Cehangîrî serdana şamê kir û bi serok-wezîrê rejîma Sûriyê re hevdîtin kir.
Serokwezîrê rejîma Sûrî Îmad Xemîs mohrkirina peyman weke pêvejoyeke dîrokî bi nav kir û wiha got:
Ev peymana aborî ya bi Îranê re demdirêj e.
Sûriyê di rêdayîna dostên xwe yên di şîrketên Îranê yên taybet û giştî de ciddî ye.
Ji îstîsmaratê bigire heta jinûve-avakirinê.
Ajansa Sana ya girêdayî rejîmê jî ragihand ku herdu aliyan li ser 11 peymanên aborî lihev kirine.
Ji wan peymanan:
Çêkirina du bendergehên li bakurê Tertosê û parçeyeke ji bengergeha Laziqiyê.
Bi vî awayî zemîna avakirina stasyoneke elektrîke bi hêza 540 megayî.
û bi dehan projeyên din ên petrol, Istîsmarata çandinî û avakirina depoyên petrolan.
Cigirê Serokê Îranê Îshaq Cehangîrî jî diyar kir ku çawa di şer de li kêlek rejîma Sûriyê bûn, ew ê di aboriyê de jî li kêlek wê bin.
Îshaq Cehangîrî destnîşan kir ku ew di wê hêviyê de ne ku têkiliyên aborî yên navbera herdu aliyan mîna yên siyasî xurt bin û ev tiştî anî ziman:
Me li ser avakirina odeyeke bazirganiyê ya hevbeş a navbera herdu welatan lihev kir.
Tebaxa 2018’an jî navbera Îran û rejîma Sûrî peymaneke li ser asta leşkerî hat mohrkirin.