Berhem Salih: Divê ti welat destwerdanê axa Iraqê neke

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro serdana Iraqê kir. Serokê Iraqê Berhem Salih di civîna çapemeniyê ya li gel serokê Fransayê Emmanuel Macron de destnişan kir ku rê nadin ku welatê wan bibe qada nakokiyan.

Macron jî piştgiriya xwe ji bo Bexdayê ragihand û diyar kir ku destwerdanên derve dewleta Iraqê lewaz dike.

Bi armanca alîkarî û serweriya Iraqê, îro serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, yekemcar, serdana Iraqê kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Destpêkê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih axivî û diyar kir ku ew derbarê gelek mijaran de axivîne û balkişand li ser serweriya axa Iraqê û got:

“Em dixwazin serweriya Iraqê parastî be û peywendiyek hevseng dinavbera welat û cîranan de hebe.

Em naxwazin Iraq bibe cihê komên şer û pêşbaziyê.

Em dixwazin peywendiya me bi hemû welatan re baş be û ti welatek destwerdanê di kar û barê Iraqê de neke.

Wê ev yek bibe sedemê aramî û pêşxistina herêmê.”

Emmanuel Macron: Destwerdana derve Iraqê lewaz dike

Pitşî Berhem Salih serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî axivî.

Macron diyar kir ku Iraq di qonaxeke hesas re derbas dibe, rastî rûbirûbûna destwerdanên derve tê, ev yek jî hikumeta wê lawaz dike.

Macron got:

“Divê Iraq bi hemû pêkhateyên xwe were bihêz kirin.

Fransa di şerê dijî terorê de hertim piştgiriya Iraqê dike.

Erkê civaka navnetewî jî ewe ku alîkariya Iraqê bikin.”

Berpirsekî Iraqî jî diyar kir ku ev serdana Macron, nameyek ji bo Tirkiyê ye ku ev demeke êrîşan dibe ser Başûrê Kurdistanê.

Back to top button