Rêxistina Efûyê: Li Îranê êşkenceyên giran li çalakgeran hate kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Îranê piştî çalakiyên protestoyê yên par û heta niha êşkence li gelek çalakgeran hatiye kirin û cezayên giran li sedan kesan hatiye birîn.

Di Mijdara 2019’an de li dijî buhakirina benzîn û mazotê li dehan bajarên Îranê çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şahidiya bi dehan kesan kom kir.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ku hatiye amadekirin zarok jî di nav de 7 hezar kes hatine girtin.

Rêxistina Efûyê got, kesên hatine girtin ji bo ku bibêjin ew endamên komên mûxalif in û têkiliya wan bi hikumetên biyanî re hene, êşkence li wan hatiye kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku cezayên girtîgehê û darvekirinê jî li sedan kesan hate birîn.

Back to top button