Li Somalê hêzên hevbeş bajarokek li Başûrê welêt ji destê çeteyên Tevgera El-Şebab rizgar kir.
Îro, hêza wîleyeta Cobiland bi hevkariya Hêzên parstina Aştiyê yên Afrîqayê (Amîsom) bajaroka Jine Ebdele ya di navbera bajarên Afmedo û Kêsmayo ye, rizgar kir.
Duh jî, serokê wîleyeta Cobland Ehmed Midobî ragihand ku ji bo rizgarkirina herêmên ku di bin destê çeteyên Tevgera El-Şebab de ne, dest bi opresyona leşkerî kirine.
Hêzên leşkerî li Somalê Hewl didin ku bi hevkariya Hêzên parstina Aştiyê yên Afrîqayê û Fermandariya hêzên Amerîkî li Afrîqyayê “Afrîkom”, çeteyên El-Şebab yê girêdayî Rêxistina El-Qaidê qels bikin.
Di demên dawî de çeteyan êrîşên xwe yên li dijî cihên sivîl û leşkerî zêde kiribû.
Li Somalê ji 2007’an ve, şerek di navbera hikumetê û çeteyên El-Şebab qiwimiye tê de bi hezaran Somalî hatine kuştin.