Bahozek li Kobanê rabû..Kehrebe li ser hin taxan qut bû

Li Kobanê doh bahozek xurt rabû, di encamê de ziyanên madî çêbûn û kehrebe li ser hin taxan qut bû.

Doh di saetên êvarî de li Kobanê bahozek mezin rabû.

Ji ber bahozê, dîrekên kehrebê ketin, darên mezin şikestin û kehrebe li ser beşek yê taxê jî bi temamî qut bû.

Kevirên gelek avahiyan jî jêketin.

Nûçegihanê me ragihandin ku ji ber bahozê çek kes jî birîndar bûne, lê birînên wan sivikin.

Di kêliyên siharê de jî asta xerabiya ku bahozê li pey xwe hiştî hîn baştir xuya kir.

Back to top button