
Pisporên NY desthilatdariya Tirkiyê berpirsê şehîdkirina parêzêr Ebrû Tîmtîk dît û bang li rayedarên Tirk kir ku hesabê wê bidin.
Pisporên Konseya Mafên Mirovan a NY destnîşan kir ku pêwîstbû pêşî li mirina Tîmtîk bihata girtin û wiha got:
“Ji bo mafê darizandina wekhev divê kes nemire, kes nemirîbûya.
Ji ber şert û mercên ku bûn sedema mirina vê jina parêzera mafên mirovan a wêrek, em di nava şoqê de ne.”
Pisporan bang li hikumeta Tirk kir ku lêpirsîneke bi bandor destpê bikin û pîvana darizandina wekhev pêk bîne.
Tê zanîn ku parêzer Ebrû Tîmtîk ku di roja 238’an a greva birçîbûnê ya bi daxwaza darizandina wekhev de şehîd bûbû.