NY: Bi awayekî qaçaxî şandina çek û çeteyan ji bo Lîbyaê didome

Şandeya NY’yî ya taybet diyar kir ku heta niha bi awayekî qaçaxî veguhestina çek û çeteyan ji bo Lîbyayê didome.

Berdevka Taybet ya Lîbyayê ya NY Stephanie Williams derbarê rewşa dawî ya Lîbyayê di meclisa Ewlekarî ya Navneteweyî de axivî.

Stephanie Williams diyar kir ku wan ji bo Lîbya şer raweste piştgiriya Îngîlistan, Misir, Cezayîr û Tunisê girtine.

Stephanie got: “Hemiyan piştgiriya çalakiya aşîtiyê ya Lîbyayê kir. Min sozên destekdayîna erka me ya komkirina aliyên dijber ên Lîbyayê û pêkanîna aşîtiyê, ji wan girt.”

Berpirsa NY`yî da zanîn ku heta niha nearamiya li Lîbyayê didome, bi rêka qaçaxçiya veguhestina çek û çeteyan didome û wiha got:

“Divê em aliyên Lîbyayê bînin gel hev û dest bi gavên siyasî bikin.”

Di heman demê de, Stephanie Williams destnîşan kir ku hinek dixwazin ku hilbijartin li Lîbyayê pêk neyên. Divê em demokrasiyê biparêzin.

Back to top button