“MÎT bi sîxûrkirina ciwanan dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe”

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Mehmûd Beşîr destnîşan kir ku siyaseta şerê taybet a ku dewleta Tirk li dijî ciwanan daye destpêkirin, berdewamiya siyaseta wê ya dagirkeriyê ye. Mehmûd Beşîr bang li ciwanan kir ku li hember polîtîkayên MÎT’ê bêtir hişyar bin, rêxistinkirina xwe xurt bikin û bi îdiayên dagirkeran neyên xapandin.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Mehmûd Beşîr derbarê sîxûrî û şerê taybet yê ku dewleta Tirk li ser ciwanan dimeşîne axivî.

Mehmûd Beşîr diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî ajandeyên xwe pêkbîne, ciwanan bikar tînin.

Beşîr wiha behsa rêbazên şerê taybet ên ku li hember ciwana tê bikaranîn kir:

“MIT bi rêya perayan ciwanên me dike sîxur da ku fîtne û tevliheviyê di nava herêmên me de derxîne, aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

Ji bo wê jî malperên tevna civakî bi kar tînin, madeyên hişbirê û fihûşê di nava çîna ciwanan de belav dikin.

Dewleta dagirker bi van rêbazan ciwanan hêsanî kontrol dike.”

Beşîr: Dewleta Tirk ciwanan dike armanc ji ber ciwan hêza çalak a civakê ye

Mehmûd Beşîr destnîşan kir ku dewleta Tirk di şerê xwe yê taybet de ciwanan dike hedef, ji ber ciwan hêza çalak ya parastina civakê ye.

Beşîr wiha axivî:

“Di vê demê de pêwîste ciwan baldar bin û xwe birêxistin bikin û planên dewleta dagirker ya Tirk yên li ser herêmê pûç bikin.”

Beşîr: Divê ciwan li hember lîstikên MÎT‘ê hişyar bin

Di dawiyê de hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd Beşîr bang li tevahiya ciwanan kir ku bi planên dagirkeran neyên xapandin û li hember şerê taybet ê ku dewleta Tirk li dijî ciwanan pêk tîne hişyar bin.

Back to top button