Li dijî şirketeke parastina balafirgehan ya li Bexdayê êrîş pêk hat

Şirketeke parastina balafirgeha Bexdayê ya navneteweyî, bi mûşekeke katyûşa hat armackirin.

Li gorî agahiyan, ziyanên madî tenê hatin tomarkirin.

Şaneya Ragihandina Cengê jî da xuyakirin ku duh li parêzgeha Babilê mayinek bi karwanekî Koalîsyona Navneteweyî de teqiya.

Şaneyê diyar kir ku di encamê de, ziyanên madî tenê çêbûn bê ku agahiyên zêdetir bide.

Baregeh, herêma Kesk a Bexdayê û karwanên lojistîkê yên Koalîsyona Navneteweyî gelek caran hatine armanckirin

Back to top button