Li rojavayê Sirtê nuqteyên Wîfaqê hatin topbarankirin

Li rojavayê Sirtê ya Lîbyayê nuqteyên Wîfaqê hat topbarankirin.

Berdevkê operesyonên Sirt û Cefra yê Hikumeta Wîfaqê ragihand ku mûşekek Girad nuqteyên wan li Rojavayê Sirtê kir armanc..

Li ser van êrîşan hikumeta Wîfaqê soza bersivdayîna van êrîşan da..

Berî du rojan jî li dijî Wîfaqê êrîş pêk hatibû, hêzên Hefter bi van êrîşan tewanbar kiribû.

Lê artêşa Lîbî ev tewan redkiribû û diyarkiribû ku di vê hefteyê de wan agirbest binê nekiriye..

Li gel van êrîşan jî, dewleta Tirk bi rêya şandina çekan û çeteyan bo Lîbaya aloziyê kûrtir dike.

Back to top button