5 sal derbas bûn lê hê jî birînên Cizîrê nekewîne

Bi ser qedexeya derketina derve ya destpêkê li Cizîrê hat ragihandin re 5 sal derbas bûn. 21 kes di wê demê de hatin kuştin, û heta niha êşa wê demê tê kişandin. Dayika zaoka wê demê hat kuştin Cemîle ya 10 salî dibêje “Ez ê qet wan rojan ji bîr nekim, banga min ji tevahî dayikan heye ku destê xwe bidin hev û aştiyê bixwazin. Heta ku ez hebim ez ê şopdara doza Cemileya xwe bim.” 

Di 4’ê Îlona 2015’an de navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê bi hezaran tîmên taybet ve hat dorbeçkirin, ji aliyê Walitiya Şirnexê ve bi ragihandina qedexeya derketina derve re êriş û topbaran hat destpêkirin.

Êrîşan 9 rojan dewam kir û di 12’ê Îlonê de qedexe hat rakirin.

Di encama êrişan de 21 welatî hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Ji 21 kesên ku hatin kuştin yek jî Cemîle Çagirga ya 10 salî bû.

Cemîle Çagirga li hewşa mala xwe dibe armanca êrişan û jiyana xwe ji dest dide.

Ji ber ku nehiştin cenazeyê Cemîle rakin nexweşxaneyê, dayika Cemîle ji bo ku cenazeyê keça wê xera ne be dest û porê wê hine kir û di sarincê de veşart.

Di lêpirsîna mirina Cemîle de ti encam derneket û dosyeya wê bi hêceta dem bihûriye hat betalkirin.

Bi ser qedexeya li navçeyê re 5 sal derbas bûn lê hêj birîna Cizîrê nehatiye kewandin.

Dayika Cemîle Çagirga: Min keça xwe di sarincê de veşartibû

Têkildarî mijarê dayika Cemîle, Emîne Cagirga axivî û got:

Beriya 5 salan di roja 4’ê Îlonê de gule li me hatin reşandin, di encamê de keça min Cemîle hat kuştin.

Piştî ku bû serê sibehê me telefonî emnîyetê, nexweşxanê kir ku ambûlansê bişînin û bihêlin em cenaze bibin nexweşxanê.

Min cenazeyê keça xwe şûşt û hine kir, ji bo ku cenazeyê wê xera nebe me di sarincê de veşart.

Piştî 3 rojan me bang li dewletê kir ku bihêlin em cenaze bibin, ambulans hat û cenaze girt, lê nehiştin em bi cenazeyê xwe re biçin.

Piştî 9 roj derbas bûn, em çûn me cenazeyê xwe girt.

Back to top button