130 DAIŞÎ WÊ LI FRANSAYÊ WERIN DARIZANDIN

Di şerê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê, gelek çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî hatin girtin.

Rêveberiya Xweser gelek caran bang li dewletan kiribûn ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê bibin.

Li gorî BFM TV’yê 130 çeteyên li gel QSD’ê girtî, wê li Fransayê werin darizandin.

Wezîrê Karê Hundirîn a Frasnayê têkildarî mijarê axivî û wiha got:

Ev DAIŞ’î wê radestî dadmendiyê werin kirin.

Eger daraza biryar li ser wan bide ku divê werin girtin, wê werin girtin.

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de zêdetirî 3 hezar DAIŞ’î hatin girtin.

Di nav girtiyan de 800 jê ji welatên Rojava ne.

Heta niha Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê bi fermî ji rêveberiya bakur û rojhilatê Sûrî welatiyên xwe yên DAIŞ’î ku QSD’ê ew bi saxî girtine, xwestiye.

Leave a Reply

Back to top button