2 zarokên ji koçberên Efrînê ji ber ku mayineke ji bermahiyên DAIŞ`ê li gundê Til Şiîr bi wan ve teqiya, birîndar bûn.
Duh êvarê mayineke ji berhamiyên çeteyên DAIŞ`ê li gundê Til Şiîr ê kantona Şehbayê teqiya.
Di encamê de 2 zarokên ji Efrînê; Şakî Menan Ebdulrehman (14) û Yehya Hisên (11) birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxisitn, her du zarok li Nexweşxaneya Avrîn in û rewşa wan baş e.