Amadekariyên mihrîcana Lêlûn ji bo 21’ê Îlonê berdewam dikin

Komîna Sînemayê ya Avrîn, li kampa koçberên Efrînê a li Şehbayê amadekariyên xwe yên Mihrîcana Lêlûn a Fîlm ya Navnetewî berbi dawî ve dibin. Komînê di nav 2 hezar 200 filman de qasî rojên berxwdana yekem a Serdemê 58 film hilbijartin.

Komîna Sînemayê ya Avrîn, li kampa koçberên Efrînê ya li Şehbayê xebatên xwe yên ji bo temamkirina amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman didomîne.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Mihyedîn Erselan axivî.

Mihyedîn Erselan diyar kir ku Komîna Sînemayê ya Avrîn di 1’ê Tîrmehê de deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina fîlman vekir. Di 18’ê Tîrmeh de jî komînê pêşwazîkirina flman rawestand.

Erselan got:

“Rastî jî bo pêşandana Filman serdan û eleqeyek mezin çêbûye.

2 hezar û 200 film serlêdan kirin, me jî ji vê jimarê wek sembolîk 58 fîlm hilbijart.

58 fîlm bi qasî rojên Berxwedana Serdemê ya qonaxa yekemîn hatin pejirandin.”

Erselan destnîşan kir ku têkiliyên wan bi 58 derhênerên ji gelek dewletên cîhanê re yên ku fîlmên wan hatin pejirandin, hene û wiha domand:

“Me ji her derhênerekî xwest ku dîmeneke xwe rê bike û tê de hest û piştgiriya xwe ji koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin re rave bike.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk jî tev li vê xebatê bû û fîlmên ku wê werin weşandin ji zimanên Îngilîzî wergerî zimanên Erebî û Kurdî bên kirin.

Tê payîn ku Mîhrîcana Lêlûn a Fîlm ya Navneteweyî di 21`ê Îlonê de li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê destpêbike.

Back to top button