Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo dest bi projeya tunekirina bermahiyên tenduristiyê kir

Şaredariya Gel a Qamişlo ji bo tunekirina bermahiyên tenduristiyê projeya “tunekirina bermahiyên tenduristiyê” dest pê kir.

Ev gav bi armanca pêşîgirtina belavbûna nexweşiyan pêk hat.

Di çarçoveya projeyê de bermahiyên nexweşxaneyên Qamişlo û Amûdê hatin komkirin û li dûrî cihê sergoyê hatin şewitandin.

Beriya komkirinê endamên Şaredariyê xebatkarên neweşxaneyan perwerde kirin da ku bermahiyên tendursitiyê li gorî cureyên wan ji hev derxin.

Endamê rêveberiya Beşê Paqijiyê yê Şaredariya Gel a Qamişlo Dijwar Bêzî destnîşan kir ku niha ew karê xwe li 2 nexweşxaneyên Amûdê û 4 nexweşxaneyên Qamişlo dikin.

Tê payîn ku proje li hemû nexweşxaneyên Qamişlo pêk bê.

Bêzî got, herêma Nav Kurê ji bo pêkanîna projeyê hatiye hilbijartin.

Back to top button