Qedrî Cemîl: Em ê hevkariya bi MSD’ê re zêde bikin

Sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl diyar kir ku hevdîtinên bi MSD`ê re di jiyana siyasî ya Sûriyê de guhartineke girîng e û da zanîn ku ewê hevkariya bi MSD`ê re zêde bikin.

Sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl diyar kir ku naveroka hevdîtinên wa ji du fikran pêk tê û got:

“Ya yekê, nêrînên hevbeş ên têkildarî rêgeza destûra Sûriyê ya nû ango nêrînên hevbeş ên xalên sereke di diyarkirina şeklê Sûriyê ya nû de ye.

A duyemîn jî, ji bawerî û xebatên hevbeş ên çawaniya gihandina çareseriya siyasî û girîngiya tevlêbûna MSD’ê ji bo danustandinan e.”

Sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl destnîşan kir ku aloziya Sûriyê bi rêya pêkanîna biryara 2254’an pêkan e.

Back to top button