Dolarê Amerîkî li pêşberî lîreyê Tirk careke din bilind bû

Tevî polîtîkayên zextê û guhertina rojavê li tirkiyê jî lê bênirxbûna lîreyê Tirk û feqîriyê civak aniye ber teqînê.
Dolarê Amerîkî careke din li pêşberî lîreyî tirk bilind bû gihişt 7,43 lîreyê tirk.
Vê yekê jî raste rast bandor li ser civaka feqîr ya li tirkiyê kir û êdî debara jiyana xwe bi zorê dikin.
Fona Alîkariya Zarokan ya NY jî encama rapora derfetên baş yên jiyana zarokên 15 salî weşand.
Li gorî vê tirkiye di rêza herî dawî de ye.

Polîtîkayên şer û dijminahiyê ya faşîzma AKP-MHP’ê bûye sedema ku civaka hejar ya tirkiyê berdêla vê rewşê bide.

Bankeyên tirkiye ku ji dolar û euro vale bûye, bi kirîna pêwistiyên xwe yên ji derve de zehmetiyan dibîne.

Ev yek jî nirxê lîreyê tirk li pêşberî pereyê ji derve dadixe.

Daketina lîreyê tirkî ku miha Tebaxê asta xwe ya herî bilind dîtibû, bi despêka meha Îlonê re jî heman kabûsan dibîne.

Îro careke din dolarê Amarîkî li pêşberî lîreyê Tirkiye asta xwe ya herî bilind dît.

Dolarekî Amerîkî 7,43 tl derbas kir

1 Dolarê Amerîkî gihişt asta herî bilind ya li pêşberî lîreyî tirk û yekem car bû 7,43.

Ji despêka salê heta niha lîreyê Tirkî li pêşberî dolar ji sedî 20 nirxê xwe winda kir.

Ev bênirxbûn herî zêde bandor li cizdana hejaran kir.

Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha Tebaxê eşkere kir.

Li gorî vê yekê endeksa buhayê mêzeran (TUFE) ya salane bûye 11.77 ji sedî.

Mehane 0.86 ji sedî zêde bûye.

Hate ragihandin ku buhayê 273 cureyên xurekan zêde bûye.

UNICEF: Zarokên li Tirkiyê ji rewşa xwe nerazî ne

Rêxistina lêkolînê Innocenti ya girêdayî Fona Alîkariya Zarokan ya NY UNICEF’ê tirkiye jî dinav de 41 welatî lêkolînek li ser rewşa jiyanî a zarokan çêkir.

Di lêkolînê de jiyana herî baş ya zarokên temenê wan15 salî û ji jiyana xwe razî li kîjan welatî ye hate armancgirtin.

Li gorî lêkolînê dewleta tirk di rêza herî dawiyê de cihê xwe girt.

Ango zarokên ku di temenê xwe yê têgehiştinê de ne, ji rewşa xwe nerazîne.

Di vê çarçoveyê de Hollanda weke welatê yekem hate hilbijartin û ji sedî 90 zarokên li Hollanda ji jiyana xwe razî ne.

Back to top button