Çavdêriya Sûrî: Tirkiyê 800 çeteyên din şandin Lîbyayê

Dewleta Tirk ya dagirker şandina çeteyan ya li Lîbyayê didomîne. Herî dawî dewleta Tirk bi sedan çeteyên din şandin Lîbyayê. Bi vê jî hejmara çeteyên gihiştine Lîbyayê nêzî 18 hezarî buye.

Rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman eşkere kir ku Tirkiyê komeke din yên çete şandin Lîbyayê ku hejmara wan digihişt derdora 800 çeteyî.

Ramî Ebdulrehman got ku ev çete beriya 4 hefteyan gihiştine Lîbyayê.

Ebdulrehman da zanîn ku hejmara çeteyên bi riya Tirkiyê gihiştine Lîbyayê bû nêzî 18’î.

Hat gotin ku di nava van çeteyan de 300 zarok hene, ku bi rêbazên cuda hatine binçavkirin û paşê ji bo şer hatine şandin.

Duh jî, Fermandariya Amerîkayê ya li Afrîkayê bertekên tund nîşanî destdirêjiya dewleta Tirk ya Lîbyayê da û got Tirkiyê ewlehiya Lîbyayê têk dibe.

Fermandariya Amerîkayê diyar kir ku Tirkiyê bi sedan leşkerên xwe û bi hezaran çete şandine Lîbyayê û li dijî Lîbîyan gelek sûc kirine.

Back to top button