Endamên laşê zarokekî ji Serê Kaniyê li nexweşxaneyên Tirkiyê hat dizîn

Zarokek nexweş yê ji Serêkaniyê piştî ku li nexweşxaneyên Tirkiyê, hat kuştin, hemû endam laşê wî hatin dizîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, zarokek ji Serêkaniyê yê bi navê “Mahir Sibhî El-Ecûr” yê 14 salî dema şivantî dikir tenduristiya wî xirab dibe û radikin nexweşxaneya Roj a li bajêr.

Hat zanîn ku çeteyan zarok dişînin nexweşxanyên li Tirkiyê.

Piştî du rojan, zarok bi temamî baş dibe û piştî bavê wî dixwaze wî ji nexweşxaneyê derxe, diktor jê re dibêjin ku jê re emelîyata Zaydê pêwîst e.

Roja din, dema bavê zarok diçe nexweşxaneyê, diktor jê re dibêjin ku kurê wî di emeliyatê de jiyana xwe ji dest daye.

Paşê jî bav pê derdixe ku hemû endamên laşên kurê wî li nexweşxanya Tirkiyê hatine dizîn û laşê wî bi pempo hatiye dagirtin.

Li gorî çavkaniyan, ev ne cara yekem e ku bûyerên bi vî rengî pêk tên.

Back to top button