Fransa keştiya şer a herî mezin dişîne derya Spî

Li dijî hebûna Tirkiyê li Deryaya Spî, Fransa jî keştiya şer ya herî mezin dişîne deryayê. Hikûmeta Yûnanistanê derbarê aloziya li Deryaya Spî got; diyalog bi Tirkiyê re ne pêkan e. 

Li gorî dezgeyên ragihandinê yên Fransî, wê Fransa keştiya şer a herî mezin bişîne rojhilatê Deryaya Spî.

Tê payîn ku ev keştî di 5’ê vê mehê de dest bi xebatên xwe bike û wê tê de derdora 20 balafirên şer hebin.

Beriya çend rojan, serokomarê Fransayê Emmanuel Macron gotibû ku wê Fransa dijî tevgera Tirkiyê di Deryaya Spî de xetên sor deyne.

Macron destnîşan kiribû ku Tirkiye tenê rêzê ji kirinan re digire, ne ji gotinan re.

Yûnanistan: Diyalog bi Tirkiyê re ne pêkan e

Berdevkê hikûmeta Yûnanistanê diyar kir ku di nava gef û gukirina şer ji aliyê Tirkiyê ve, êdî diyalog pê re nabe.

Her wiha hikûmetê hişyariya ferizkirina cezayan ji aliyê Ewropayê ve li ser Tirkiyê da.

Back to top button