Çeteyan du sivîl ji navenda Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo pereyan bistînin du sivîlên din li navenda bajêr revandin û çiyayê Hawarê jî dişewitînin.

Malpera Afrinpost ragihand ku çeteyan li navenda Efrînê sivîlê bi navê Besêl Mihemed(30) yê ji navçeya Bilbilê revand.

1’Îlonê jî, çeteyan sivîlê bi navê Nûrî Nezmî Ikaş yê ji gundê Moseka yê Raco revand.

Malperê da zanîn ku çeteyan bi armanca standina fidyeyan, her du sivîl revandine.

Çeteyan agir bi çiyayê Hawar xistiye

Li aliyê din, agirê ku çeteyan bi çiyayê Hawarê ya li Efrînê beriya çend rojan xistibûn, heya niha nehatiye vemirandin.

Li gorî malpera Çalakvanên Efrinê, agir gihêştiye gundên Hesen Dêra, Şorbe, Sêmalka û Afrazê yên Efrînê.

Back to top button