Balafirên Israîlê hêzên Îranê û milîsên wê yên li Dêra Zorê topbaran kirin

Îro berdestê sibê balafirên Israîlê hêzên Îranê û milîsên wê yên li bajarê Bokemal û Meyadîn ên Dêra Zorê topbaran kirin. Di encama topbaranê de 16 milîs hatin kuştin.
Li Idlib û bakur Laziqiyê jî pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de dewam dike.

Qaşo hikûmeta Şamê qala serweriya Sûriyê dike, lê belê di rastiyê de tiştek bi navê serweriyê li Sûriyê nemaye.

Sûriye bûye qada şerê di navbera hêzên navnetewî û herêmî.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dîsa balafirên îsraîlê berbanga îro hêzên Îranê li Sûriyê topbaran kirin.

Li gorî çavdêriyê balafirên Îsraîlê hêzên Îranî û milîsên wê li herêma Selasat a li çolistana Bokemalê ya rojhilatê Dêra Zorê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de 9 ji hêzên Îranê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Her wiha piştî wê bi demekê balafirên Îsraîlê li aliyên bajarê Meyadînê yê rojhilatê Dêra Zorê navendeke milîsên Huzbullaha Iraqî topbar kir.

Di encamê de 7 milîs hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bû.

Tê payîn ku hejmara kuştiyan li bajarê Meyadînê zêde bibe.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku bi giştî heta niha 16 ji hêz û milîsên Îranê li rojhilatê Dêrazorê hatin kuştin.

Pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de didomin

Li Idlibê jî tevî agirbeta Pûtîn-Erdogan, şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk de berdewam e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku piştî nîvro hêzên hikumeta Şamê çete li herêmên Fitêre, Sifûhin û Kefer Uwêd ên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hemwextî wê çete li çiyayê Ekrad û Turkmen ên gundewarê Laziqiyê jî topbaran kirin.

Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Back to top button