Balefirên Tirk herêma Biradostê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saetên êvarî de herêma Biradostê bombe kir. Ji ber bombebaranê agir bi jîngeha herêmê ket.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di saetên êvarî de balarfirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir.

Çavkaniyan ragihandin ku devera Gewre Zîn ku devereke cihê koçerane ji aliyê balafiran ve hatiye bombekirin.

Têkildarî ziyanên giyanî ti zanyariyek zelal bi destnekitine, lê agir bi eraziyê deverê ketiye û hîna bombebaran didome.

Back to top button