Efrîn..Çeteyan 5 kalemêr revandin û piştî dayîna fidyeyê wan berdan

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 5 kalemêr revandin û piştî dayîna fidyeyê wan berdan.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê, çeteyên dewleta Tirk duh 5 kalemêr ji Efrînê revandin.

Hat gotin ku girtina wan ji ber têkiliya bi Rêveberiya Xweser bû.

Kalemêrn hatîn girtin ji gundê Birîmce yê girêdayî navçeya Mabatayê ne û navên wan jî wiha ne:

Neşeat Xelîl Henan.

Mihemed Xelîl Henan.

Arif Qazqilî Ihmû.

Esed Ibrahîm Mirad.

Mihemed Ibrahîm Mirad.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê ev kalemêr piştî ku malbatên wan ser her yekî 800 lîreyên tirkî dan, ew hatin berdan.

Back to top button