Parêzer Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de bû hat berdan

Parêzer Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de bû û ji ber rewşa xwe ya giran bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin, bi biryara Dadgeha Bilind hat berdan.

Li Tirkiyê ji bo darizandineke adil parêzer Aytaç Unsal ku 214 rojan di rojiya mirinê de mabû, duh bi biryara dadgeha bilind a Tirkiyê hat berdan.

Piştî ku Unsal hat berdan, axivî û wiha got: “Berdana min bi saya têkoşîna we bû. Ez we hemûyan hez dikim, em ê bi serkevin”

Beriya çend rojan Ebru Tîmdîk ku ji bo darizandineke adîl bi Aytaç re di rojiya mirinê de bû, 27’ê Tebaxê di roja 238’an de jiyana xwe ji dest da.

Şahadeta Ebru Tîmtîk him li qada navnatewî û him jî li Tirkiyê, daraza dewleta Tirk xist nîqaşê.

Back to top button