El-Serac wezîrê hundirîn Fethî paşaxa vegerand kar

Piştî navbeynkariya Tirkiyê, serokê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî Fayiz Serac, wezîrê hundirîn Fethî Paşaxa vegerand kar.

Fethî Paşaxa ku ji kar hatibû dûrxistin û li Tirkiyê bû, duh gihaşt avahiya hikumetê ya li Terablusê û rûniştina wî ya lêpirsînê pêk hat.

Li gorî dezgehên ragihandinê piştî rûniştina lêpirsînê, wezîrê karê hundirîn ê hikumeta Wîfaqê, vegeriya ser karê xwe.

27’ê Tebaxê Paşaxa, gef li çeteyên Serac xwaribû ku eger zirarê bigihînin jiyana xwepêşanderan, ew ê hêzê li dijî wan bikar bîne.

Piştî çend saetan ji daxuyaniya Paşaxa, El-Serac biryara dûrxistina wî ji kar da.

Tevgera gel a li Terablus û rojavayê Lîbyayê, banga berdewamkirina xwepêşandanan kir

Di heman demê de, tevgera gel a li Terablus û rojavayê Lîbyayê, banga berdewamkirina xwepêşandanan kir.

Tevgerê bang li gelê Lîbyayê kir ku îro li qada Şuheda’a ya Terablusê kom bibin û xwepêşandanên xwe yên li dijî hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî dewam bikin.

Back to top button