Zarokek bi awayekî hovane tê eşkencekirin

Dîmenekî êşkencekirina zarokekî pêleke hêrsê ya mezin bi xwe re çêkir.
Li ser vî zarokî gelek çîrokên cuda derdikevin, yek ji wan jî ew e ku ev zarok li pêşberî kamîreyê tê êşkencekirina da ku fidiyê malbata wî werbigirin.

Li gorî navenda belgekirina binpêkirinan zarokê ku di dîmen de tê eşkencekirin, navê wî Ûsmama ye bavê wî ji gundê Atmê yê Idlibê ye..

Şopîner dibêjin ku, ev zarok hatiye revandin û ji bo bidestxistina fidiyê tê eşkencekirin..

Nexasim ku di dîmen de kesekî din xuya dike û temaşe dike.

Ango çîroka ku hevsera bavê wî nexweşiya derûnî pê re, di mejiyê mirovan davêje.

Di dîmenekî din ê heman zarokî de, heman jin destê xwe dixe qirka wî de da wî bifetisîne.

Ajansa Hawarê jî diyar kir ku, çeteyên Tirkiyê li Efrînê vî sûcî dikin, da ku malbatê neçar bikin fidiyê bidin..

Di vê demê de jî li herêmên dagirkirî, komên revandina zarokan ava bûne û bi van rêbazên êşkencê zextê li malbatên wan dikin da ku pereyan bistînin.

Back to top button