Organên laşê zarokekî li nexweşxanyên Tirkiyê hatine dizîn

Roj li pey rojê rastiya hovîtiyê ya Dewleta Tirk derdikeve holê.
Careke din organên laşê zarokî ji Serê Kaniyê hatin dizîn.
Çavkaniyên taybet ji me re ragihandin ku, ji ber rewşa zarok a ne baş derbasî nexweşxaneyên Tirkiyê tê kirin û piştre cenazeyê zarok li wan vedigere.
Lê belê organên laşê wî hatin dizîn.

Zarokê bi navê Mahir Subhî El-Ecûz ê 14 salî yê ji gundê Micêbira di dema çêrandina pezê xwe, zikê wî dêşe û derbasî nexweşxaneyeke Tirkiyê tê kirin.

Çavkaniyekî taybet ji me re diyar kir ku rewşa zarok baş dibe û malbat qebûl nake were emeliatkirin.

Lê belê bijîşkên wê nexweşxaneyê wî bi zorê derbasî odeya Emeliyatê tê kirin.

Çavkaniyê da zanîn ku herî dawî agahî didin bavê wî ku, kurê wî jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê dişînin ji wan re.

Li vir weke hûn di wêne de dibînin, şûn vekirina laşê wî xuya dike.

Li gorî çavkaniyê, organên laşê wî hatine dizînin û bi pembo hatiye dagirtin.

Back to top button