Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat hevdîtinên Cenevê wek şano pênasekir û diyar kir ku Amerîka û Rusya dixwazin bi vê şanoyê ve DAIŞ ê El Nusra rewa bikin.
Her wiha Besê Hozat bang gel û Rêveberiya Xweser kir ku xwe ji bo şerekî mezin, ya gelên şoreşgerî amade bikin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a Sterk tv de mijarên di rojevê de nirxand.
Besê Hozat diyar kir ku hêzên dagirker ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn wextê qezenc bikin bi navê Cinêvê û Astanayê şanoyan pêk tînin.
Besê Hozat da zanîn ku bi Cinêvê Re dixwazin bermahiyên çeteyên DAIŞ û El Nusrayê ku rojane li Efrîn, Girê Spî Serêkaniyê kuştin, destdirêjî, talanê dikin rewa bikin.
Besê Hozat balkişand li ser Şerê gelê şoereşgerî û wiha got:
“Divê Rêveberiya Xweser rêxistin û hêzên xwe yên leşkerî xurt bike, da ku bikaribe hemû cihên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin rizgar bike.
Hozat: Divê gel û rêveberiya rojava xwe şerekî mezin re amade bike
Dewleta Tirk dixwaze hemû destkeftiyên rojava ji holê rabike. Divê rêveberî xwe ji bo şerekî mezin, şerê gelê şoreşgerî amade bike.”