
Bîlançoya dawî ya vîrûsa Corona li herêmên Bakur û Rojilatê Sûrî hat eşkerekirin û hat ragihandin ku 15 kesên din bi vîrûsa Corona ketine û 12 kes baş bûne.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir û ragihand ku 15 kesên din bi vîrûsa Corona ketine.
Ev kesên pêketî jî,
4 li Tirbespiyê,
3 li Hesekê,
3 li Dêrikê,
2 li Dêra Zorê,
1 li Dirbêsiyê,
1 li Girkê legê,
1 jî li Kobanê ne.
Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 12 kes jî, ji vîrûsê baş bûne.
Bi van hejmarên dawî re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jimara pêketiyan dibe 624 kes, ji wan 40 kesan jiyana xwe ji dest daye û 158 kes jî baş bûne..